Ji ber piştevaniya bi Ozgur Gundemê re ceza li Ustunê birîn
- rojane
- 17:02 04/10/2024
Li akademîsyen Beyza Ustun a tev li kampanyaya “Gerînendeya Weşanê ya Giştî ya Nobedar” a rojnameya Ozgur Gundemê bûbû, salek û 3 meh cezayê hefsê hate birîn.
Li akademîsyen Beyza Ustun a tev li kampanyaya “Gerînendeya Weşanê ya Giştî ya Nobedar” a rojnameya Ozgur Gundemê bûbû, salek û 3 meh cezayê hefsê hate birîn.
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ê li şîna Abdûlkadîr Kûday ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da axivî, wiha got: “Îro wezîfeya me ye ku em vê têkoşîn û berxwedanê bilind bikin vê berxwedanê mezin bikin. Wesyeta wî ev bû. Em ê xwedî li vê wesyeta wî derkevin.”
Di serdegirtinên malan ên li Aydinê de rêveberên DEM Partiyê yên navçeyên Germencîk û Efelerê jî di nav de bi giştî 7 kes hatin binçavkirin.
Biryara derbarê 5 rojnamevanên ku piştî li Îzmîrê hatin binçavkirin cezayê hefsê yê malê lê hate birîn 8 meh in nehatiye rakirin. Derbarê yek ji wan rojnamevanan Cîhan Başakçioglû de biryara neşopandinê hate dayîn.
Nexweşê penceşêrê Abdurrahman Gemîcîoglû piştî cezayê wî ji hêla Dadgeha Bilind ve hatî erêkirin, bêyî tedawiya wî temam bibe şandin girtîgehê.
Şandeya DEM Partiyê serdana malbata xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş a ku ji 27'ê îlonê ve winda ye, kir.
Bi sedan parêzerên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan serî li AYM’ê dabûn, ji ber ku derheqê serlêdana wan de biryar nedaye, AYM’ê protesto kirin. Parêzeran ji AYM’ê re gotin: “Berpirsyartiya xwe bi cih bîne.”
Hayrettîn Ekîncî ê 30 salan di girtîgehê de ma û tehliyeya wî 6 mehan hatibû taloqkirin, li Amedê bi tililiyan hate pêşwazîkirin.
20 xizmên windakiriyan û parazvanên mafên mirovan ên ji ber tev li çalakiya Dayikên Şemiyê bûbûn bi hinceta “li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan derketine” hatin darizandin beraet kirin.
Komîsyona Polîtîkayên Perwerdehiyê ya DEM Partiyê bang li mamosteyan û UNESCO'yê kir ku li dijî polîtîkayên cihêkar û bişaftinê yên nasname û çandên cuda tune dihesibînin û pêşî li mafê perwerdeya bi zimanê dayikê digirin derkevin.
Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan ji bo betalkirina qanûna cezayê hefsê ya “heta mirinê” ku li Abdullah Ocalan û gelek girtiyan hatiye birîn, pêşniyarqanûn dabû. Aslan, aqûbeta vê pêşniyarqanûnê ji Serokê Meclisê pirsî.
Yek ji girtiyên nexweş ku Fevzî Arslan ku mejiyê wî dihele, ji ber ku zexta lêgerîna nava dev qebûl nekir, naşînin nexweşxaneyê. Parlamenterên DEM Partiyê ji bo Arslan were tedawîkirin û sepana lêgerîna nava dev bi dawî bibe, serî li Wezareta Karên Hundir dan.
Polîsê teqawid Fîkret Bala li Sêrtê di wesayîta xwe de mirî hate dîtin.
Malbat û wasiyê Reberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Li Êlihê li ser serlêdanên ji bo girtî Nûrettîn Dayan ê ku nexweşiya penceşêrê ya pişikê pê re heye hatin kirin biryar hate dayîn ku înfaza wî 6 mehan were taloqkirin.