Ji DEM Partiyê pêşniyazname: Divê kurdî bibe zimanê fermî
- rojane
- 16:56 27/8/2024
Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çîçek mijara êrişên li ser zimanê kurdî bir rojeva Meclisê û xwest zimanê kurdî bibe zimanê fermî.
Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çîçek mijara êrişên li ser zimanê kurdî bir rojeva Meclisê û xwest zimanê kurdî bibe zimanê fermî.
Serokê Meclisê yê berê Bulent Arinç ê AKP’yî ji Emîne Şenyaşar re got: “Hemû Tirkiye bi doza we dizane.”
Parlamentera DEM Partiyê Berîtan Guneş a bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Bandirmayê, xwest ku ÎHÎK bi awayekî lezgîn kom bibe.
ÎHD’a Amedê rapora binpêkirinên mafan ên girtîgehên li herêma Serhedê û Behra Reş qewimîne eşkere kir û di raporê de hat destnîşankirin ku divê tecrîd di “kategora cezayê li dijî rûmeta mirovahiyê” were nirxandin.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ya wêneyê Serokkomar Erdogan li Mûş û Xelatê di bernameya tevlibûyî de bi hevkarên xwe yên tifaqê û fermandaran re kişandî weke “Tifaqa sêva rizî” nirxand, wiha got: “Ev tifaq, tifaqeke li dijî kurdan, jinan, bindestan û kesên keda wan tê xwarin hatiye avakirine. Peyamê didin ku tifaqeke yek perest û nijadperest e.”
Cîgirê serokkomarê Îranê Mihemed Cewad Zerîf ku wek bertek ji wezîfeya xwe îstifa kiribû, vegeriya ser erka xwe.
Parlamenter Can Atalay bal kişand ser civîna Meclisê ya ji ber biryara AYM’ê derbarê wî de daye civiyaye û wiha pirsî: “Gelo bûyera Can Atalay hate girtin an Meclisê jî tev li xwe kir û bû bûyereke mezintir?”
Tirkiye û hêzên paramîlîter ên giraêdayî wê 2 şêniyên Efrînê revandin. Her wiha çeteyên "Feyleq El Mecid" xerac ji gundiyan xwest.
Dayika Abdulkadîr Bozkûrt ê li Girtîgeha Tekîrdagê îşkence lê hate kirin, Zelîha Bozkûrt, çû Serdozgeriya Komarê ya Rihayê û giliyê faîlan kir. Li ser gotinên îşkenceyê Navenda Giştî ya DEM Partiyê biryar da ku şandeyekê bişîne girtîgehê.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogûllari li navçeya Şehzadeler serdana karkerên çandiniyê û cotkaran kir û got ku pêdiviya vî welatî bi nan û edaletê heye.
DEDAŞ’ê tevî leşkeran bi ser gundêkî navçeya Bismilê girtin. Leşkerek payebilind ê ji Fermandiyariya Cendirmeya a Bismilê wiha gef li gundiyan xwar: “Heke hûn destûrê nedin em ê ceyranê bibirin û we di tariyê de bihêlin. Em ê sibê bi zêdetir leşkaran ve werin.”
DEM Partiyê ya Amedê deklarasyona 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê eşkere kir. Li Amed, Wan û Îzmîrê dê mitîngên herêmî bên lidarxistin û bang li gel hat kirin ku li dijî terîdê, bêdaletiyê û şer dakevin qadan.
Zilamê bi navê V.Ş. ku li Îzmîrê dijî, bi çekê 3 zarokên xwe qetil kirin û zarokekî xwe jî birîndar kir.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ku 42 meh in tu agahî jê nayên girtin, serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Serokê Konfederasyona Sendîkayan a Dundee ya Skoçyayê Mike Arnott diyar kir ku Abdullah Ocalan yekane nûnerê gelê kurd e û wiha got: “Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd heta ku azadiya Ocalan pêk neyê gavek jî nikare bê avêtin.