Nîqaşên ser çareseriyê: Îktîdar baweriyê nade
- rojane
- 11:02 03/2
Welatiyên tev li kongreya DEM Partiyê ya Rezanê bûn diyar kirin ku îktîdar bi pratîkên xwe yên heyî re di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de baweriyê nade.
Welatiyên tev li kongreya DEM Partiyê ya Rezanê bûn diyar kirin ku îktîdar bi pratîkên xwe yên heyî re di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de baweriyê nade.
Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan diyar kir ku ew ê ji bo rêvebirina Şaredariya Akdenîzê xwe li benda hilbijartina pêş negirin û wiha got: “Em ê tevî hemû kesên li gel maf, edalet û wijdanê têbikoşin û qeyûm bişînin.”
Endamên Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê ku li Enqereyê hevdîtin kirin, diyar kirin ku wan fikarên di nava civakê de bi partiyan re parve kirine û ji bo pêvajo civakî bibe dê xebatên wan bidomin.
Wezareta Karên Hundir tayînkirina qeyûman her tim di bin navê “tevdîra tayînkirinê ya demkî” parast lê heta niha tu hevşaredar li peywira xwe nehatin vegerandin. Yek ji van jî Bêrîvan Helen Işik e. Bêrîvan Hele Işik got ku pêvajoye di çarçoveya planekê de tê kirin.
Ji ciwanên tev li çalakiya protestokirina qeyûm a li Sêrtê bûy Mahmût Kizilkaya, wiha got: “Ez 26 salî me. Heke bizanim dê tevahiya emre min di girtîgehê de derbas bibe jî, heke bizanim dê di vê rêyê de bimirim jî ez ê vê têkoşînê bidomînim.”
Bi pêşengtiya Platforma Gelan a Ewropayê dê li zêdetirî 30 welatan bi beşdariya 700 delegeyan dê di navbera 14-16’ê Sibatê de li paytexta Awûstûryayê Viyanayê bi şîara “Em înîsiyatîfê paşde bigirin” civîn bê lidarxistin.
Hejmara 268’emîn a rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Gavên şênber lazim in” derket.
Di çalakiya li dijî xespkirina îradeyê ya li Sêrtê de wiha hate gotin: “Heke çareseriyê bixwazin wê demê bila destkeftiyên gelê Kurd nas bikin û êrişan tavilê bidin sekinandin.”
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk bang li îktîdarê kir ku dev ji dijminatiya li Kurdan bede û got: “Hêviya me ne Erdogan ne jî Devletî Bahçelî ye. Hêviya me Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.”
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ji NY’ê re nameyek şand û diyar kir ku Wezareta Îstîxbaratê bi filmê der heqê Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî de parve kirî re hewl dide cezayê îdamê rewa nîşan bide û bertek nîşan da.
Navenda Mafên Zarokan FÎSA’yê rapora xwe parve kir û got ku di sala 2024’an de herî kêm 777 zarok ji ber sedemên ku dikariya pêşî lê were girtin jiyana xwe ji dest dane.
DEM Partiyê li bajarên Wan, Meletî, Îdir û Colemêrgê “Çalakiyên Aştiya Civakî û Azadiyê” li dar xist. Tayîp Temel di hevdîtina li Wanê de got ku Abdullah Ocalan 26 sal in pêşniyara çareseriyê dike.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di mitînga li Esenyurtê de bal kişand ser peyamên Abdullah Ocalan û wiha got: “Birêz Abdullah Ocalan gavê avêt. Lê hikûmet û dewletê gav neavêtiye. Divê di serî de tecrîdê rakin.”
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di “Çalakiya Aştiya Civakî û Azadiyê” de axivî û got: “Divê birêz Ocalan bi rêxistin û girseya xwe re be. Dewlet çima li bendê ye ku tenê aliyê din gavan biavêje? Heke jidil be bila ew gavan biavêje.”