ROJEVA 16’Ê COTMEHA 2025’AN
- rojane
- 09:00 16/10
Civîna komisyonê ku ciwan û jinan fikirên xwe yên der barê çareserkirina pirsgirêka kurd de anîn ziman bi dawî bû.
Di rûniştinên sêyemîn û çaremîn ên komxebata "Stratejî û Polîtîkayên Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî" de mijarên di têkoşîna ji bo zimanê kurdî de rista jin, zarok, ciwanan, çand û wêje hat nîqaşkirin.
Li navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê ji bo kampanyaya “Ez aştiyê dixwazim ji ber ku" ya ji aliyê DEM Partiyê ve hatibû destpêkirin, stand hat danîn û îmze hatin komkirin.
Rojnamevanên ku ji bo çalakiya xwendekaran û daxuyaniya rektor Hamdullah Şevlî bişopînin çûbûn Zanîngeha Yuzuncu Yilê, bi hinceta "Talîmata rektor heye” hatin astengkirin.
Rojnameger Huseyîn Aykol ku cara duyemîn xwîn çû ser mejiyê wî, piştî emeliyeta 3 saetan derbasî beşa çavdêriya awarte hate kirin.
Di cînayeta rojnameger Hakan Tosun de esnafê bi navê Y.S. ku tê îdiakirin dîmenên kamerayê daye malbata gumanbaran, hate binçavkirin.
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê li Meclisê civiya. Komîsyon dê îro li jin û ciwanan guhdarî bike.
Ayhan Bayar ku 30 sal in girtî ye û tehliyeya wî ji bo salek û 6 mehan hatibû tehliyekirin, biryara tehliyeyê hate dayin.
Rojnamevan Huseyîn Aykol ê ku cara duyemîn xwîn çû ser mêjiyê wî, dîsa tê emeliyatkirin.
Buroya Hiqûqê ya Asrinê têkildarî heqaretên wekîlên Partiya Îyiyê li Abdullah Ocalan kirin daxuyanî da û got: “Tevî xwinmijan jî dê aştî û xwişk-biratî bi ser keve.”
Prof. Dr. Nasser Keramî bal kişand ser nîqaşên li ser veguhestina paytexta Îranê ku bi krîza av û hilweşîna zemînê re rû bi rû ye û diyar kir ku ev krîz encama polîtîkayên rejîmê ye û rejîm ne xwedî kapasîteya çareserkirina wê ye.
Huseyîn Aykol ku xwîn çûbû mejiyê wî û ji ber vê ew xistibûn emeliyatê, piştî emeliyateke 2 saetan ew xistin beşa lênihêrîna lezgîn.
Partiyên siyasî û rêxistinên demokratik ku ji bo rojnamevan Huseyîn Aykolê ji ber xwîn rijiya ser mêjiyê wî di emeliyatê de ye, peyamên "derbasbûyînê" parve kirin. Di peyaman de wiha hat gotin: "Em ji dil û can bawer dikin ku dê ji heq vê jî derkeve."