Civîna DEM Partiyê bi dawî bû: Em desteserkirina îradeyê qebûl nakin
- polîtîka
- 14:42 31/10/2024
MYK ya DEM Partiyê bi rojeva qeyûm li avahiya navçeya Esenyûrtê hate bahev. MYK ya CHP’ê jî di heman çarçoveyê de kom bû.
MYK ya DEM Partiyê bi rojeva qeyûm li avahiya navçeya Esenyûrtê hate bahev. MYK ya CHP’ê jî di heman çarçoveyê de kom bû.
Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxuyanî da û wiha got: “Dê hevdîtinên nû li gorî daxwazan bên nirxandin.”
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan bertek nîşanî girtina Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer da û wiha got: “Dixwazin li ser Ozer peyamê bidin Lihevkirina Bajar û Stenbolê.”
Piştî girtina Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer û tayînkirina qeyûm, MYK’a DEM Partiyê dê li Stenbolê bicive.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan destnîşan kir ku divê “Mafê hêviyê” yê Abdullah Ocalan û girtiyên din were pêkanîn.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan destnîşan kir ku ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dikaribe bi rola xwe rabe divê ewilî tecrîd bê rakirin û ji bo dikaribe xebatên xwe azad bike şert û merc bên afirandin.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel û Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglû bertek nîşanî binçavkirina Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer ê ku di çarçoveya Lihevhatina Bajêr de hatibû bijartin dan.
Di kongreya ku ESP’ê pêk anî de Hatîce Denîz Aktaş û Mûrat Çepnî wekî hevserokên giştî yên nû hatin hilbijartin.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku sermuzakerevanê çareseriya pirsirêka kurd Abdullah Ocalan e û wiha got: “Deriyên Îmraliyê vekin da ku birêz Ocalan fikrên xwe bi gel re parve bike.”
DEM Partiytê encamnameya civîna PM’ê eşkere kir û diyar kir ku ji bo aştî û çareserî bibin vebijêrkeke rasteqîn, divê ji ewil tecrîd were rakirin û şert û mercên ewlehî û xebateke azad ên Abdullah Ocalan bên avakirin.
Serokê Giştî yê Partiya DEVA’yê Alî Babacan wiha bang li îktîdarê kir: “Tenê yek roja em winda bikin tune ye. Heke hûn jidil bin, wê demê gavan biavêjin.”
MYK a DEM Partiyê der barê teqîna li TUSAŞ’ê daxuyaniyek nivîskî da û got: “Di van rojên ku civaka Tirkiyeyê çareseriyê diaxive û îhtîmala diyalogê diyar bûye de, pêkhatina êrîşek wisa ne tesadufe.”
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel çû serdana Mînareya Çarling û têkildarî gotina îktîdarê ya “pirsgirêka kurd tune ye” ev tişt anî ziman: “Dema em tên Amedê dibînin ku pirsgirêka kurd heye. Beriya her tiştekî pirsgirêka tevlibûneke demokratîk a kurd heye.”
Serokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan diyar kir ku divê pirsgirêka kurd ji her alî ve were nîqaşkirin nexwe tu rastiya gotina “Werin em bêgerew li ser maseyê rûnin” namîne. Aslan, got ku divê di mijara çareseriya pirsgirêka kurd de her kes berpirsyartiyê li xwe bigire.
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel diyar kir ku divê meseleya kurd li ser maseyeke hemû partî li ser civiyayîn were axaftin û wiha got: “Em kurdan bikin xwediyên Komara Tirkiyeyê. Weke partiya damezirîner em li vir in, em pêşniyar dikin ku em hemû tiştan bi hev re bikin.”