Ji bo piştgiriya bi DEM Partiyê re li Şemrexê meş hat lidarxistin
- polîtîka
- 10:33 28/3
Li navçeya Şemrexê bi sedan welatiyan ji bo piştgiriya bi DEM Partiyê re bi meşaleyan meş li dar xistin.
Li navçeya Şemrexê bi sedan welatiyan ji bo piştgiriya bi DEM Partiyê re bi meşaleyan meş li dar xistin.
DEM Partî ji bo bidestxistina Şaredariya Cîhanbeyliyê bi ruhê seferberiyê dixebite. Namzetên hevşaredariyê Eylul Yaylaci û Hasan Ateş got ku dê serkeftina wan bibe bersiva li dijî polîtîkayên pişaftinê.
Namzetên Hevşaredariyê yên Xinûsê yên DEM Partiyê Meral Alagoz Îmre û Gursel Eren diyar kirin ku ew amade ne şaredariya navçeyê ku AKP’ê ew kiriye kavil, bi rê ve bibin.
Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Wêranşarê Serhat Dîcle Înan û Bedriye Yorgûn, diyar kirin ku ew ê şaredarîvaniyeke li ser hîmê beşdariyê û demokratîkbûyînê esas bigirin.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ya di mitînga Çewligê ku bi hezaran kes tevlibûn de axivî, li dijî gotinên Tayîp Erdogan ên “bila xwe îspat bikin” ku ji bo partiya wan gotin, ev tişt got: “Em jî dibêjin ku tu derkeve xwe îspat bike.”
DEM Partiyê lez da xebatên xwe û li hemû deriyan dixe. Ji bo hilbijartinê çendek roj mane û partiyiyan got ku dê di 1’ê nîsanê de serkeftina xwe pîroz bikin.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di mitînga Çewligê de axivî û wiha got: “Ev hilbijartin di navbera kesên heqaret li Şêx Seîd kirin û neviyên Şêx Seîd de ye. Şêx Seîd dema çûy ser ber sêdarê got; ‘min tiştekî ku neviyên min ji min şerm bikin nekiriye.’ Em jî dibêjin ku dê neviyên te, te nedin şermê.”
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, bi lêv kir ku hilbijartina 31’ê Adarê ji bo hebûn, ziman û nasnameya kurdan referandûm e û wiha got: “Em ê serbikevin û pêşiyê li vê siyaseta şer bigirin.”
Li navçeya Qilebanê xebata hilbijartinê veguherî meşê. Girse bi dirûşma “Rabe DEM hat” meşiya û banga çûna ser sindoqan û xwedîderketinê hate kirin.
DEM Partiyê beriya hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê Adarê li navçeya Elkê perwerde ewlehiya sindoqan da peywirdarên sindoqê û muşahitan.
DEM Partî li Çewligê bi tevlibûna bi hezaran kesan mitînga hilbijartinê tê lidarxistin.
Endama Lijneya Rêveber a YNK’ê Hasîbe Abdullah îdia kir ku PDK’ê di mijara Walîtiya Kerkûkê de bi Eniya Tirkmen re lihev kiriye û got: “PDK’ê gelê kurd mexdûr kir û nirxên neteweyî firot.”
Namzetên hevşaredariyê yên Bêgirî û Miksê yên DEM Partiyê li dijî polîtîkayên qeyûm banga “xwedîderketina li sindoqan” li hilbijêran kirin.
Namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Êlihê Gulistan Sonuk destnîşan kir ku bi polîtîkayên ketine dewrê re dewlet hewl dide bajar ji cewhera xwe dûr bixe û wiha got: "Em ê bersiva pêwîst di 31'ê Adarê de bidin kesên îradeya jinê nas nakin."
Li navçeyên Qamûşan û Pazarcixê yên Qersê meyla gel zêdetir li ser DEM Partiyê.