• img

    Dengîr Mîr Firat: Tirkiye li Efrînê bi ser neket

    Parlamenterê HDP’ê yê Mêrsînê Dengîr Mîr Mehmet Firat, diyar kir ku Tirkiye bi ketina Efrînê ket nava bêcaretiyê û got: “Ev ne serkeftine û Tirkiye nikare li wê derê bimîne. Serokomar Erdogan nefreta xwe ya li dijî kurdan derxist ser rûyê erdê.”

  • img

    Hêzên Iraq û Wezareta Parastinê Erdogan derewandin

    Berdevkê Wezareta Parastina Iraqê, Fermandariya Operasyona Hevbeş a Hêzên Iraqê û Hêzên Heşdî Şebî li Şengalê Erdogan derewandin û gotin: “Tu li liv û tevgereke leşkerî ya Artêşa Tirk li dora Şengalê nîne û îdîayên Erdogan dûrî rastiyêne.”

  • img

    Temellî: Gel di Newrozê de peyama 'Ji Efrînê derkevin' da

    Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî, Newroza ku bi milyonan mirov beşdar bûn nirxand û wiha got: “Gel herikî qada Newrozê û daxwazên xwe anî ziman. Gel li Qadên Newrozê got ‘Ji Efrînê derkevin', ‘Efrîn ya Efrînîyan e' û ‘Biryar û mafê gotinê ya gelê Efrînê ye' da."

  • img

    Kerestecîoglu: We kijan aramî bir Efrinê?

    Wekila Serokên Koma HDP'ê Filiz Kerestecîoglu, diyar kir ku OSO yên bi uniformayên DAIŞ'ê ketin Efrînê dagirker û talankar in û wiha got: "Yên li hundir nikarin pirsgirêka kurd çareser bikin, pirsgirêk anîn qada Navneteweyî."

  • img

    Buluttekîn: Gelê Amedê di Newrozê de peyamên zelal da

    Hevseroka HDP’a Amedê Fîlîz Buluttekîn diyar kir ku li gel hemû qedexe û astengiyan jî gelê Amedê herikî qada Newrozê û gelê Amedê di her şertî de xwedî li têkoşîna xwe derdikeve û bi awayek vekirî peyam da desthilatdariyê.

  • img

    HDP’ê bûyera madeya hişbirinê ya li Cizîrê bir Meclîsê

    HDP’ê, bûyera Yusuf Dundar ê 18 salî yê ji ber madeya hişbirê di tuvaleta mizgefta Cizîrê de mirî hat dîtin û zêdebûna hişbirinê ya li Cizîrê bir rojeva Meclîsê.

  • img

    'Dersa herî mezin ya ji Efrînê bê derxistin Yekîtiya Netewî ya Kurd e'

    Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê Esengul Demîr, bal kişan ser dagirkeriya li ser Efrînê û wiha got: “Dersa herî mezin ku kurd ji Efrînê derbixin yekîtiya netewî ya kurd e. Bi taybetî piştî dagirkeriya Şengalê û Kerkûkê, niha jî Efrîn dagir kirin. Divê kurd bibin yek û êdî destûr nedin dagirkeriyê."

  • img

    Bilgen: Kawayê Hesinkar sembola çi ye? Êrîş neqebûlkirina kurdan e

    Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen, bal kişand ser rûxandina peykerê Kawayê Hesinkar ê ji aliyê OSO û TSK'ê ve li Efrînê hat xerakirin û wiha got: "Ev nenaskirina kurdan e. Ger ku ne wisa be çi ji peykerê Kawayê Hesinkar dixwazin. Kawayê Hesinkar sembola çi ye? Ger ku hûn Kawayê Hesinkar wekî nûnerê PYD'ê nas dikin êdî tiştekî bê gotin tune ye."

  • img

    Buldan: Li Efrînê zarok tên qetilkirin

    Li Hannoverê bi dirûşma ‘Bijî Berxwedana Efrînê’ Newroz hate pîrozkirin. Kurd û dostên wan ên ji gelemperiya Elmanyayê berê xwe dan Hannoverê, Newroz bi coş pîroz kirin. Di mîtinga Newrozê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, diyar kir ku ew ji bo aştiyê têdikoşin û heta yek kes jî hebin dê tekoşîna xwe berdewam bikin. Buldan, destnîşan kir ku li Efrînê zarok û sivîl tên qetilkirin û ji Almanya xwest nebe şirîkê komkujiyê.

  • img

    Hevberdevka HDK'ê Koçyigit: Divê hêj çiqas mirov bên kuştin?

    Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, helwest û bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî komkujiya li ser Efrînê rexne kir û wiha got: "Ev bêdengî dirûtî ye. Em dipirsin gelo divê hêj çiqas mirov bên kuştin?"

  • img

    Ozsoy: Li Rojhilata Navîn bê statûyek kurd jênerevîn e

    Berpirsê Têkiliyên Derve yê HDP’ê Hişyar Ozsoy êrîşên li ser Efrînê nirxand û got: “Bi gotina ‘Li Efrînê kevir li ser kevir û serî li ser serî nemîne’ jî ya Devlet Bahçelî dê li Rojhilata Navîn statûya kurdan jênerevîn e. Ev yek ne pêkan e jî.”

  • img

    Alper Taş: Ketina nav Efrînê wê Tirkiyeyê têxe nav pevçûneke mezin

    Endamê Desteya Serokatiyê ya ODP’ê Alper Taş, destnîşan kir ku bi ketina nav Efrînê dê ewlehiya Tirkiyeyê pêk neyê, berevajî vê yekê dê Tirkiye têkeve nav pevçûneke mezin.

  • img

    HDP: Hewldana me dê ji bo tekoşînek hevpar be

    Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê, piştî civînê bi daxuyaniyekê encamnameya civîna parve kir. Lijneya Navendî ya HDP'ê êrîşên li ser Efrinê şermezar kir û diyar kir ku ew dê hewldana hevpariyê xurt bikin û ji bo têkoşîna hevpar têbikoşin. Lijneyê bang li Konseya Ewropa jî kir û xewst êdî rola xwe bilîzin.

  • img

    Parlamenter Îrmez: Hikumet û polîtîka guherîn, lê berxwedan neguherî

    Parlamentera HDP’ê Aycan Îrmez diyar kir ku ji Osmaniyan heta îro polîtîkaya êrîş û zextan li dijî Şirnexê dewam dike û got: “Hikumet û polîtîka hatin guhertin, lê berxwedan neguherî.”

  • img

    HDP’ê NY ji bo Efrînê hişyar kir: Nehêlin duyemîn Srebrenitsa pêk bê

    Rêxistina HDP'ê têkildarî êrîşa li ser Efrînê bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kir û xwest rola xwe bilîze. Berdevkê HDP'ê Ayhan Bilgen, ji NY'ê xwest ku ji bo Efrîn nebe Srebrenitsaya duyemîn mîsyona xwe pêk bîne.

LÊGERÎN