Şaxên zeytûnan di dest wan de man
- aborî-ked
- 09:28 17/4/2018
Abdulcabbar Oral ku li Akhîsarê hilberîneriya şaxên zeytûnan dike, ji ber hêza kirînê ya gundiyan kêm bûye, şax di dest wî de mane.
Abdulcabbar Oral ku li Akhîsarê hilberîneriya şaxên zeytûnan dike, ji ber hêza kirînê ya gundiyan kêm bûye, şax di dest wî de mane.
Îhaleya Fabrîkeya Şekir a Erziromê, bê daxwazî bi dawî bû.
Kenan Gungordu yê bi hinceta “Sererastkirina teşeronê” ji Şaredariya Zeytînburnu hat avêtin, ji bo paşve vegere karê xwe, li ber şaredariyê dest bi çalakiya rûniştinê kir û got, “Dê çalakiya wî berdewam bike.”
Ligel teşwîqên super ên Hikûmetê jî bêkarî zêde bû. Di Kanûna 2017’an de ji sedî 10.4 bêkarî zêdebû û di maha destpêkê ya salê de jî ji sedî 10.8 ev bêkarê zêdetir bû.
Aborînas û siyasetmedar Nesrîn Nas, der barê rewşa aboriya Tirkiye de diyar kir ku di 3 kalên dawî de zêdeyî 70 markayên navneteweyî Tirkiye terk kirine û wiha got: “Her ku dolar û euro buha dibe di sektorên reel de wekî erdhejê çê dibe. Em bi qeyrana pergalî re rû bi rû ne. Vê carê dê wekî sala 2001'an alîkarî ji derve neyê."
Hevserokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk, diyar kir ku îsal ji ber îxracên karmendan, xebatên bê ewle, polîtîkayên şer, kedxwariyê û tundiya li ser karkeran 1'ê Gulana 2018'an gelek girîng e û wiha got: "Em dê îsal 1'ê Gulanê bi ruhê Newrozê pîroz bikin."
Karkerên taşeronî yên li Zanîngeha Egeyê ku li benda kadrobûyînê bûn ji kar hatin avêtin, diyar kirin ku ew ê vê derhiqûqiya ku ew pê re rû bi rû mane, di 1’ê Gulanê de mehkûm bikin.
Karkerên Sûriyeyî yên ku çermê rûyê pêlavan çêdikin, di şert û mercên giran de dixebitin. Yek ji van karkeran Cûma Hecî Xelîl wiha behsa şert û mercên jiyanê kir: Xwediyê xanî doza heqê kirê dike. 450 lîre. Heqê ceryanê û avê 500 lîre hatiye. Êê dê Cûma çi bike. Wê ji bo zarokên xwe xerc bike, dê kincan pê bikire, dê pê pêlavê bikire an dê pê heqê kire bide?
Kesên ji ber betaliyê ji Tirkiyeyê berê xwe didin hin welatên ereban, ji ber krîza aborî û rageşiyên siyasî yên li van welatan vedigerin. Niha amadekariyên avakirina Komeleya Piştevaniyê ya Karkerên Derveyî Welat û Malbatên wan tê kirin. Dê ev komele mafê karkerên li derveyî welat dixebitin biparêze.
Dengdayîna hilbijartina Odeya Pîşesaziyê û Bazirganiyê ya Amedê ji bo rêveberiya xwe ya nû bijêre dest pê kir.
Lîrayê Tirk li hemberî Dolar û Euro her ku diçe qîmeta xwe winda dike. Ev yek herî zêde bandorê li ser esnafên biçûk dike. Yek ji esnafên li Taksimê Huseyin Kiliç, bi dikana firotina klor/borekan debara xwe dike. Kiliç, diyar kir ku her TL li hemberî Dolar qîmeta xwe winda dike karê wan xera dibe û got: "Zem li ser zemê zêde dibin.
2 hezar karkerên Soma yên ji kar hatin derxistin bertek nîşanî dûrxistina kar dan û diyar kirin ku ger mafê wan neyê dayîn ew dê heta dawî li mafê xwe bigerin. Karker Îlyas Bedir anî ziman ku ger peyman pêk neyê dê li mafê xwe bigerin.
Li Êlihê karkerên înşaatê yên bê sîgorte di înşaatan de dixebitin, ji ber kabloyên elektîrêkê yên vekirî bi mirinê re rû bi rû ne.
Her ku diçe şer kûr dibe û ev yek dibe sedemê qirîza aborî û bihabûna dolaran. Krîza aborî û bihabûna dolaran bandorek neyînî li ser esnafên bazar û mişteriyan dike. Li Amedê esnafan got ku ji ber bihabûnê nikarin kar bikin û mişterî jî bi ber bihabûnê bi gazinin û sedemê vê yekê jî krîza aborî didin nîşandan.
Şaxa Sendîkaya Genel-Îş'ê ya Wanê diyar kir ku di bin navê “kadrobûna taşeron" de 515 karker piştî mulakatê ji kar hatine avêtin.