Paylan: Bi baca welatiyan alîgirên AKP’ê dewlemend dibin
- aborî-ked
- 09:25 08/4/2018
Dema Rewşa Awarte hat îlankirin li Tirkiyeyê hejmara milyoneran li dor 93 hezar kesî bûn. Bi Rewşa Awarte re hejmara wan ji sedî 60 zêde bû. Berdevkê Komîsyona Aboriyê ya HDP’ê Garo Paylan, bi lêv kir ku AKP bi bacên ku ji xizanan digire alîgirên xwe dewlemend dike û got: “Divê em şiyar bin, em tên şêlandin.”