AMED - Ji bo HES a li Geliyê Zorê cara duyemîn rapora “ÇED erênî ye” hate dayin. Şandeya kesên pispor têkildarî raporê li herêmê keşf kir.
Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ji bo Santrala Enerjiya Hîdroelektrîkê (HES) ya ku tê plankirin li ser Çemê Zorê yê di navbera navçeya Pasûr a Amedê û Sason a Êlihê de were çêkirin, cara duyemîn rapora “ÇED erênî ye” dabû. Bi daxwaza rawestandina cîbicîkirina biryarê û betalkirina wê, doz hatibû vekirin. 2’yemîn Dadgeha Îdareyê ya Amedê jî di çarçoveya dozê de biryar dabû ku şandeya kesên pispor li herêmê keşfê bike. Di vê çarçoveyê de şande duh çû herêmê û keşf kir. Komîsyona Bajar û Hawirdorê ya Baroya Amedê, Kımîsyona Ekolojiyê ya Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê û gelek kes tev li bûn.
Komîsyona Ekolojiyê ya OHD’ê têkildarî keşfa kesên pispor li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ev agahî parve kir: “Weke Komîsyona Ekolojiyê ya OHD’a Amedê em tevî Komîsyona Bajar û Hawirdorê ya Baroya Amedê beşdarî lêkolîna keşfê bûn. Em careke din dibêjin ku dê li dijî qirkirinên xwezayê yên li Kurdistanê tên kirin û jêneveger in, em ê her tim pêvajoyên hiqûqî bişopînin û dê her tim li gel dar, ax, av û gelê xwe bin.”