MÊRDÎN - Di çalakiya nobetê ya li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê de çalakvanan piştgirî dan peyama Abdullah Ocalan.
Li dijî êriên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li ser sînorê Nisêbîn a Mêrdînê û Qamişloyê çalakiya nobetê hatibû destpêkirin. Çalakî, di roja 19’emîn de didome.
Welatiyên ku di saetên serê sibehê de hatin cihê nobetê, dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava" û "Bijî berxwedana gelê Kurd" berz kirin. Welatiyan, pêşmalkên bi nivîsa “Na ji şer re” li xwe kirin û çalakiya xwe didomînin. Di tevahiya çalakiyê de beşdaran bertek nîşanî êrişan dan. Gelek kesên ji Mêrdîn û navçeyên wê û ji Bedlîsê hatin beşdarî çalakiyê bûn. Li gel baranê jî di çalakiyê de daxuyanî hate dayin.
PIŞTGIRÎ DAN PEYAMÊN ABDULLAH OCALAN
Hevserokê DEM Partiyê yê Bedlîsê Fîkret Bîrlîk di daxuyaniyê de wiha got: “Divê em xwedî li Rojava derkevin.” Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş Altin jî wiha got: “Hem li vir hem jî li Qamişloyê baran dibare. Tişta li vir tê hîskirin û ya li wir tê hîskirin jî heman e.” Bêrîtan Guneş Altin bal kişand ser hevdîtina dawî ya bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re û wiha got: “Birêz Abdullah Ocalan bi 7 xalan plansaziyek danî pêşiya me. Divê em xwedî li fikrên birêz Ocalan derkevin. Rojava, rûmeta me ye. Aştî, daxwaza me ye. Divê birêz Ocalan tavilê azad bibe da ku pirsgirêkên li Rojhilata Navîn bê çareserkirin.”
HEVDÎTINA LI ÎMRALIYÊ
Parlamenterên DEM Partiyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder di 28’ê Kanûnê de bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Di daxuyaniya têkildarî hevdîtinê de nêzikatiya Abdullah Ocalan wiha hate ragihandin:
“* Jinûvexurtkirina biratiya Tirk-Kurdan biqasî berpirsyartiyeke dîrokî, di heman demê de ji bo diyarkirina qedera hemû gelan diyarker e, girîng û mijareke lezgîn e.
* Ji bo pêvajo bi ser keve, hemû derdorên siyasî yên li Tirkiyeyê bêyî ku bikevin nava hesabên demkî û teng, hewceye înîsiyatîfê li xwe bigirin, çêker nêz bibin û ji hêla erênî ve sûdewer bin. Ev yek pir girîng e. Bêguman yek ji zemînên vê sûdeweriyê ya herî girîng jî dê TBMM be.
* Geşedanên li Xeze û Sûriyeyê nîşan dan ku çareseriya vê pirsgirêka ku bi mudaxileyên derve re her ku diçe bêhtir kûr dibe, ketiye rewşeke wisa ku nabe ku êdî were taloqkirin. Di çarçoveya vê micidahiyê de, ji bo ev xebat were biserxistin, piştevanî û pêşniyarên muxalefetê binirx in.
* Ez jî xwedî wê zanebûn û biryardariyê me ku ji hêla erênî ve piştgiriyê bidim paradîgmaya ku birêz Bahçelî û birêz Erdogan hêz didinê.
* Şande dê vê nêzikatiya min hem bi dewletê re hem jî heke hewce bike dê bi derdorên siyasî re parve bike. Di vê çarçoveyê de, ez amade me ku gava erênî biavêjim û bangawaziya pêwîst bikim.
* Ev hewldanên me tevek dê welat bigihijîne asta heq dike û di heman demê de ji bo veguherîneke demokratîk jî dê bibe rênîşaneke pir bi nirx.
*Ji bo Tirkiye û herêmê dem dema aştî, demokrasî û biratiyê ye.”