Rengê Xelfeliyê diguhere

img

ÎDIR - Şaredariya Xelfelî ya DEM Partiyî, tevî texrîbatên qeyûman jî rengê navçeyê diguherîne. 

Şaredariya bajaroka Xelfelî ya Îdirê ku di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de ye, tevî hemû texrîbatên qeyûman jî, ji bo çareserkirina pirsgirêkên bingehîn ên şêniyên bajarokê bi awayekî xurt dixebite. Qeyûmê ku di sala 2020'î de ji bo şaredariyê hat tayînkirin 60 mîlyon deyn li pey xwe hişt. Ji ber vê yekê şaredariya bajêr li gorî rêjeya nifûsê di nava şaredariyên herî deyndar de ye. Ji xeynî deynê qeyûm gelek mal û milkên şaredariyê yên neguhêzbar radestî TOKÎ'yê hatine kirin. Wesayîtên şaredariyê di heyama qeyûmê de nehatin bikaranîn, pirsgirêkên binesaziyê nehatin çareserkirin. Rêveberiya DEM Partiyê dema dest bi wezîfeyê kir, makîneyên karî tamîr kirin. Di warê paqijkirina navçeyê de gelek kar hatine kirin û li gelek kuçeyan jî boriyên gaza xwezayî hatin bicihkirin. Daxwazên bingehîn ên wekî park û mala sersaxiyê jî yek bi yek hatin bicihanîn. 
 
Hevşaredarê Xelfeliyê Yaşar Saritaş diyar kir ku bi 31 xebatkaran hewl didin xizmetê bidin 5 taxan. Saritaş diyar kir ku yekane çavkaniya debara wan ji Bankeya Îlleran e, lê ji ber deynê qeyûman her meh ji pereyekî mezin ji budçeya wan tê birîn. 
 
GAZA XWEZAYÎ, PARK Û MALA SERDSAXIYÊ
 
Saritaş diyar kir ku ji dema dest bi wezîfeyê kirine heta niha ji paqijiya hawirdorê û peyzaja navçeyê bigire li tevahiya taxan kampanyaya paqijiyê dane destpêkirin. Saritaş got: "Bajarê ku hewaya wê herî zêde qirêjî Îdir e. Beriya hilbijartinê me soza gaza xwezayî dabû raya giştî. Di vê mijarê de me bi fîrmaya rayedar re lihevkirinek çêkir û dest bi xebatê kir. Ji ber hin sedeman şîrket dest ji kar berda. Ji bo gel mexdûr nebe li cihên navendî boriyên gazê bi cih kirin. Niha li 6 kuçeyên me gaz heye." 
 
Her wiha Saritaş diyar kir ku wan li ser qadeke 2 hezar metrekare parkek çêkiriye û vekirina parkê dê di biharê de be. Saritaş bilêv kir ku ew ê di heyama pêş de salona dawetê ya bêpere xizmet bike ava bikin. Saritaş diyar kir ku niha li bajêr tenê maleke sersaxiyê heye û armanca wan ew e ku hejmara wê bikin 5.
 
Saritaş anî ziman ku yek ji pirsgirêkên herî girîng ên bajarokê îmar e û wiha got: "Her çendî ku bajarok nêzî navçeya navendî ye jî di warê îmarê de pirsgirêk hene. Qada îmarê nehatiye vekirin. Beşek mezin a bajarokê di sala 2012'an de dewrî TOKÎ'yê hatiye kirin. Lê ev qad di dema qeyûm de hatiye berfirehkirin. Yanî ji sedî 60'ê bajarokê dewrî TOKÎ'yê hatiye kirin. Qismê din ê bajarokê jî mêrg û erdê xezînê ye. Me hevdîtin bi TOKÎ'yê re dan destpêkirin. Em van qadan ji wan bistînin tapoyên wan bidin gel. Em ê li wir xebata îmarê bidin destpêkirin." 
 
MA / Omer Akin 
 

Sernavên din

14:05 Ekolojîst: Em ê xwedî li Şoreşa Rojava derkevin
13:39 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û AKP’ê dest pê kir
13:36 Tulay Hatîmogûllari têkildarî gotinên wê yên hatine berevajîkirin daxuyanî da
13:22 Girtiyên jin ên hatin derbkirin sewqî girtîgehên cuda kirin
12:44 Ji bo edîtorê Rojnewsê Ehmed biryara tehliyeyê hate dayin
12:44 Ji 80 baroyan ji bo Tahîr Elçî daxuyanî
12:41 Dayika Aştiyê Bedriye Demîr hat bibîranîn
12:36 Onder: Piştî serdana Demîrtaş em ê daxuyaniyeke berfireh bidin
12:18 Ji bo rojnamegerên hatin qetilkirin merasîma cenazeyê hat lidarxistin
12:13 Li Amedê nexşerêya ‘çareseriyê’: Divê zemîna qanûnî amade bikin û Ocalan azad bibe
12:06 'Ne Erdogan ne jî Bahçelî, baweriya me bi Abdullah Ocalan heye'
11:35 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Davûtoglû dest pê kir
11:31 Parêzer Tamur: Bi hedefgirtina rojnamegeran re Peymana Cinevê binpê kirin
11:02 DEM Partî ji bo nirxandina peyamên Ocalan civiya
10:55 Celal Firat: Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Elewiyan referanseke
10:54 Remzî Kartal: Ji bo baweriyê divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were
10:34 Abdullah Ocalan: Azadbûna jinê têkoşîna Sakîneyê ye
09:47 Serokê TOD-DER’ê Kan: Divê guh bidin peyamên Ocalan
09:30 Li Wanê rêyên 493 gundan hatin girtin
09:00 ROJEVA 6’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:47 Xwebûn bi manşeta ‘Nexşeya 2025’an diyar kir’ derket
05/01/2025
15:44 Emîne Şenyaşar li ser sînorê Kobanê bang kir: Bila ev zilm bi dawî bibe
15:27 Gurgîn Oktar piştî 30 salan hate berdan
14:54 Ekolojîst li ser sînorê Qamişloyê ne: Rojava modêla çareseriya Rojhilata Navîn e
14:24 'Em hêza xwe ji paradîgmaya Abdullah Ocalan digirin’
13:50 DBP dê meşa xwe bi hevserokên giştî yên heyî re bidomîne
13:48 Tulay Hatîmogûllari: Divê şertê aştiyê azadiya Ocalan be
13:07 Derket holê ku ‘Wezîrê dadê’ yê li Şamê kujer e
12:27 ‘Heke ji bo Gulistan Doku edalet pêk bihata niha Rojîn û Narîn dê bijiyan’
12:20 Hesabên X’ê yên MA, JINNEWS û Yenî Yaşamê hatin astengkirin
12:16 Abdullah Ocalan: Divê Tirkiye bi Kurdan re yekitiya demokratîk esas bigire
11:37 Malbata Rojîn Kabaîşê: Piştî qetilkirin, avêtin avê
11:24 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Çareserî, vekirina deriyên Îmraliyê ye
Keskîn Bayindir: Dê têkoşîna me heta azadiyê bidome
11:01 Cengîz Aktar: Li Sûriyeyê her tişt dê li gorî daxwaza Enqereyê nebe
10:35 ‘Heta tecrîd ranebe çareserî nabe’
09:59 Bekaroglû: Divê Meclis sererastkirinên rê li ber demokratîkbûnê vedikin çêbike
09:18 Kovara Jinê bi manşeta ‘Jiyana me her tim şer bû’ derket
09:15 Aldar Xelîl: Çareseriya li Sûriyeyê bi projeya Neteweya Demokratîk pêkan e
09:00 Li ANKA-DER'ê serdema qeydên nû dest pê dike
09:00 ROJEVA 5’Ê ÇILEYA 2025’AN
04/01/2025
16:49 'Şertê yekem ê aştiyê azadiya Abdullah Ocalan e'
16:47 Jin ji bo Rojîn Kabaîşê di çalakiyê de ne
15:55 'Rojava ji bo hemû cîhanê model e'
15:46 Jinên di qedexeyên derketina dervê de hatin qetilkirin li ser gora xwe hatin bibîranîn
14:58 Li 3 bajaran li aqûbeta windayan hat pirsîn
14:36 Rapora 2024'an a DFG'ê: 5 hezar û 260 nûçe hatin astengkirin
14:24 Li bakurê Tişrînê şerekî dijwar diqewime
13:25 Ji bo birayên Efeoglû yên di binçavan de hatin windakirin doza edaletê kirin
13:07 Jinên li Silopiyayê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
12:32 Li Rojhilatê di 2024’an de 63 kolber hatine qetilkirin
10:58 Îranê di rojekê de 9 kes bi dar vekirin
10:54 Li Edeneyê karkerek jiyana xwe ji dest da
10:29 Li Dêrazorê 3 zarok ji ber mayinê birîndar bûn
09:30 Xwendekar dixwazin mirina biguman a Rojîn Kabaîşê bê ronîkirin
09:23 Rengê Xelfeliyê diguhere
09:04 Mexmûriyên ku di çalakiya nobedê de ne: Çareserî bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2025'AN
03/01/2025
18:25 Dayikên Aştiyê Baroya Stenbolê ziyaret kirin
16:20 Li ser sînorê Kobanê bang kirin: Israra di têkoşînê de dê bi xwe re serkeftinê bîne
15:54 Li gundên Minbicê pevçûnên dijwar hene
15:38 Nobeda li sînorê Qamişloyê: Ger hûn jidil bin hûn ê guh bidin vîna çareseriyê - HATE NÛKIRIN
14:54 KCDP’ê rapora 2024’an weşand: 394 jin hatin qetilkirin
13:45 Çalakvanên ser sînorê Kobanê: Her peyva Ocalan dê aştiyê ava bike
13:08 Dewleta tirk bi SÎHA’yan avahiya şaredariyê hedef girt
13:07 Tanrikulu yê CHP’î: Dê helwesta me ya ji bo diyalogê bidome
13:04 Bi hezar kes li ser sînorê Kobanê meşiyan: Dê berxwedana Rojava bi ser keve
12:00 Xelkê Kobanê ji bo HSD û YPJ’ê seferber bû
11:34 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:33 ENAG û TUÎK’ê daneyên enflasyona salane eşkere kirin
11:29 Kaya ê di protestoya qeyûm de hate girtin qala îşkenceyê kir
11:11 Wezîrên Fransa û Almanyayê li Şamê ne
10:46 Gel ji bo meşa ser sînor li Pirsûsê kom bû
10:45 Bernameya Şandeya Îmraliyê ya Meclisê diyar bû
10:28 Serokê Baroya Amedê: Ji bo çareseriyê em amade ne peywirê li xwe bigirin
09:47 Baroya Mêrdînê li dijî biryara qeyûm serî li dadgehê da
09:42 HDK û DEM Partiyê ji bo aştiya civakî zend û bend badan
09:41 Li Tunusê keştiyên penaberan noqî avê bûn: 27 kes mirin
09:26 Rojnamevan Şah: Dê şerê xetên bazirganî û enerjiyê berbelav bibin
09:25 Bavek û 2 jê nexweş 4 kur
09:06 Çi bû ji Rojîn Kabaîşê: Çima hevala wê naaxive?
09:03 'Ger hêviya ji bo aştiyê hebe divê ji bo mafê hêviyê gavên zelal bên avêtin'
09:01 Di têkoşîna azadiyê de 3 jin: Dê neyên jibîrkirin
09:00 ROJEVA 3’YÊ ÇILEYA 2025’AN
02/01/2025
21:26 HSD: Tirkiye tevî koma paramîlîter 'Huras El Din' êrişî Minbic û Bendava Tişrînê dike
21:20 Endamê Meclisa DEM Partiyê Rohat Guvercîn hate girtin
16:58 DAKAP çû serdana malbata Rojîn Kabaîşê: Divê berpirsyar bên darizandin
16:54 Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin
16:47 HSD’ê banga diyalogê kir
16:44 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Bahçelî bi dawî bû
16:29 Rapora girtîgehan: Êrîş, kelepçekirin, lêgerîna tazî
15:48 Rojnameger Yalçin sewqî Girtîgeha Kirşehîrê hate kirin
15:47 Ji bo tevlibûna meşa li ser sînorê Kobanê bang hate kirin
15:33 Dayikên Aştiyê: Ji bo şer bi dawî bibe divê her kes berpirsyartiyê li xwe bigire
15:11 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Bahçelî dest pê kir
14:59 Li Zanîngeha Dîcleyê ji bo Rojîn Kabaîşê çalakî hat lidarxistin
14:45 Onder ji bo pirsa têkildarî hevdîtina bi Erdogan re got: Li ser tê axaftin
14:45 Navenda Parastina Mafên Rojnamegeran: Girtina produksiyonan biryareke siyasî ye
14:20 Weqfa Aştiyê: Ji bo Tirkiye ji prangayên xwe rizgar bibe firsendek çêbû
14:05 Bi hezaran kes ber bi sînorê Qamişloyê ve meşiyan: Banga Ocalan li muxalefetê kirin
13:36 Hevdîtina şandeya DEM Partiyê û Kurtulmuş dest pê kir