* Li navçeya Silopiyayê Emine Şaîk a 70'ê salî ku bi salan e agirê Newrozê bi tena serê xwe pêdixe û pîroz dike dibêje: "Ez ê îsal agirê Newrozê ji bo aştiyê pêxim."
* Li Wanê ku coşa Newrozê dest pê kiriye, kar û barên terziyan zêde bû. Jin ji bo kiras-fîstanan diçin terzîyan û ciwan jî şal û şepikan tercîh dikin.
* Zanyara siyasetê Yasemîn Ozgunê diyar kir ku desthilat li hemberî banga Abdullah Ocalan tu gavên berbiçav neavêtiye û got: "Ji ber ku heta niha gavên berbiçav nehatine avêtin, gumanên li ser vê mijarê kûrtir dibin."
* Yek ji alimên olî yên ku banga Abdullah Ocalan wekî banga sedsalê bi nav kir Enver Emîrkulu diyar kir ku divê dewlet erka xwe pêk bîne.
* Ji ber qeyrana aborî çendek beriya Newroz û Cejna Remezanê, Bazara Mezin a Tehranê ya Îranê vala ma û esnaf hatine ber topavêtinê.
* Dayikên Şemiyê, dê cara 341'emîn li Qada Galatasarayê bên cem hev. (12.00)
* Xizmên windayan dê li Amed, Êlih û Colemêrgê çalakiyên we yên heftane li dar bixin. (12.30)
* Dê li Stenbol û Enqereyê ji bo girtiyên nexweş daxuyanî bên dayîn. (13.30)
* Dê li navçeya Şemzînan a Colemêrgê, navçeya Kop a Mûşê, navçeya Giyadîn a Agiriyê, navçeya Bismil a Amedê, navçeya Qilêban û navçeya Elkê ya Şirnexê û navçeya Midyad û navçeya Dêrik a Mêrdînê Newroz bê pîrozkirin. (12.30) ZINDÎ