ROJEVA 15’Ê KANÛNA 2024’AN
- rojane
- 09:00 15
Çeteyên DAIŞ'ê berbanga îro li herêma Sukerî ya başûrê bajarê Tedmurê yê gundewarê Humsê 6 şivan kuştin û pezên wan dizîn.
Hunermend Pinar Aydinar bi şertê kontrola edlî hat berdan.
Êrişên Tirkiyeyê û hêza paramîlîter SMO ya girêdayî wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin û banga parastina Rojava hate kirin.
Dayikên Şemiyê ji bo ku biryara deboriyê ya li ser dosyaya Îbrahîm Demîr û Agît Akpa ên berî bi 33 salan hatin qetilkirin bê rakirin bang kirin.
Hevşaredarê Bajarê Mezin Dogan Hatun, di komxebata "Di rêveberiyên herêmî de polîtîka û pêkanînên astengdaran" axivî, diyar kir ku wan bi avakirina Daîreya Xizmetên Astengdaran û Pîr û Kalan soza xwe bi cih aniye û got, "Xizmetên gel ên bigihînin ji bo astengdaran nayên dayîn. Em bi butçeyeke ku tu kesî averê nake û layengiriyê red dike bersivê didin van polîtîkayan."
ÎHD'ê xwest girtiyên nexweş Mehmet Okur û Hayatî Denîz Kaytan ên ku rewşa wan a tenduristiyê xirab dibe, bên berdan.
Rewşenbîr û nivîskarên ku banga çareseriya pirsgirêka kurd kirin diyar kirin ku aştî ji hewcedariyê wêdetir ferz e.
Li bejahiya navçeya Geverê ya Colemêrgê operasyona leşkerî hat destpêkirin.
Xizmên Windayan diyar kirin ku ew ê dest ji daxwaza edaletê ya ji bo windayan bernedin û gotin: "Divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere."
Rêxistina Bajarê Wanê ya Partiya DEM'ê operasyona binçavkirinê ya duh li bajêr pêk hatibû şermezar kir û diyar kir ku hikûmet komployên xwe yên siyasî didomîne.
Taziyeya endamê HPG'ê Denîz Şen ê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da, bi girseyî hat ziyaretkirin.
Helbestvan Ferhad Merdê û lîstikvanê şanoyê Cûma Xelo (Bavê Teyar) li hemberî êrîşên li ser Rojava banga piştgiriyê kirin.
Hat diyarkirin ku rewşa tenduristiyê ya girtiya siyasî ya kurd Werîşe Muradî ya li Girtîgeha Evînê ya Îranê tê ragirtin, krîtîk e.
Partiya DEM’ê li Meclîsê ya bi boneya 9'emîn salvegera qedexeyên derketina derve daxuyanî da û got ku ji bo ku firsendeke dîrokî ya veguhere tifaqeke dîrokî, divê rûbirûbûnek çêbibe.