Şînên Denîz û Sevgî yên HPG’î bi girseyî hatin ziyaretkirin
- rojane
- 17:50 26/10
Şînên endamên HPG’ê Mahsûn Denîz û Hidir Sevgî ku di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dabûn, bi girseyî hatin ziyaretkirin.
Şînên endamên HPG’ê Mahsûn Denîz û Hidir Sevgî ku di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dabûn, bi girseyî hatin ziyaretkirin.
Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat gava dîrokî ya Tevgera Azadiyê ya Kurd nirxand û got ku ji vir şûnde gava ewil a ku divê dewlet biavêje, azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e.
Siyasetmedar Abdulbakî Erdogmûş, têkildarî biryara vekişînê ya Tevgera Azadiyê ya Kurd got: “PKK tişta dikeve ser milê xwe dike lêberê aliyê dewletê hêj tu gavên yasayî neavêtiye. Ev jî rê li ber fikaran vedike.”
Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz, diyar kir ku daxwaza wî ya hevdîtina bi Abdullah Ocalan re hêj li holê ye û got ku ji bo pêvajoyê divê yasayên taybet bên çêkirin.
Welatiyên tev li konsera Koma Amedê bûn, gotin: “Ji bo me azadiya fîzîkî ya Rêbertiyê ji her tiştekî girîngtir e. Heta ji hêla fîzîkî ve azad dibe jî em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê Devrîm Palu ku tev li daxuyaniya li Qendîlê bû, diyar kir ku ew ne “aşiqê çekê ne” û bal kişand ser siyaseta demokratîk. Palu, got: “Heke şert û merc bên avakirin, dê vekişîn jî hinek hêsantir be.”
Şînên gerîlayên YJA Starê Rewşen Kaçak û Kevser Renê ku li Herêma Federe ya Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan, bi girseyî hatin ziyaretkirin.
Daxuyaniya Tevgera Azadiyê ya Kurd a têkildarî vekişîna hêzên xwe, di çapemeniya cîhanê de deng veda.
Di encama çalakiyên li dijî îdamê yên bênavber de rejîma Îranê neçar ma ku cezayê îdamê yê 5 siyasetmedarên Kurd betal bike.
Serokê Rûmetê yê ÎHD’ê Akin Bîrdal, biryara Tevgera Azadiyê ya Kurd a vekişandina hêzên xwe ji Tirkiyeyê weke gaveke mezin nirxand û got: “Bi geşedanên diqewimin re êdî divê bikaranîna ‘mafê hêviyê’ were ragihandin.”
Akademîsyen Hamît Ekîncî, diyar kir ku biryara Tevgera Azadiyê ya Kurd a vekişandina hêzên xwe ya li “Herêmên Parastina Medyayê” îşaret bi qonaxeke nû ya pêvajoyê dike û got: “Gava vekişînê, hewldaneke stratejîk e ku bêpevçûniyê xurt dike.”
Serşêwirmendê Serokkomar Mehmet Uçum piştî daxuyaniya Tevgera Azadiyê ya Kurd daxuyanî da û got: “Wisa tê fêmkirin ku amadekariyên têkildarî hiqûqa pêvajoya veguhêz jî di nav de, hemle dê yek bi yek pêk bên û bi gavên xurt ber bi hedefê ve biçin.”
Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Serokkomar Erdogan taloqî 30’ê Cotmehê hate kirin.
Di daxuyanya Tevgera Azadiyê ya Kurd de ku bi beşdariya 25 gerîlayên vekişiyayîn hate lidarxistin, hat gotin ku biryar di çarçoveya biryarên Kongreya PKK’ê û bi erêkirina Abdullah Ocalan hatiye dayin. Ji bilî rojnameger û hinek rêveberên cihî destûr nehat dayin kesek tev li merasîmê bibe. Sabrî Ok bi merasîmekê hate oxirkirin.
Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç daxuyaniya Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurd nirxand û got: “Ya girîng ew e ku yasayên li gorî ruhê pêvajoyê bên amadekirin.” Hevseroka Giştî ya OHD’ê Ekîn Yeter jî diyar kir ku bi entegrasyona demokratîk re hewceye aştiya civakî pêk bê.